Hat ragihandin ku Nûçegihanê Ajansa Welat Ronî Rûbar Îmen li Şirnexê ji aliyê polîsan ve bi êşkenceyê hate binçavkirin.
Nûçegihanê Ajansa Welat Ronî Rûbar Îmen ê ku ji bo şopandina nûçeyan diçû Herêma Kurdistanê, doh bi şev di ketina navçeya Cizîrê ya Şirnexê de li xala lêgerînê ya polîsan hate binçavkirin.
Hate zanîn ku Îmen bi îdiaya “derbarê wî de îxbar heye” ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û ew birine Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
Parêzerê Îmen, çû Midûriyeta Polîsan û bi wî re hevdîtin pêk anî.
Îmen bi rêya parêzerên xwe agahî şandin.
Parêzer ragihand ku rewşa miwekîlê wî baş e lê belê êşkenceya fîzîkî lê hatiye kirin.
Parêzer diyar kir ku polîsan dema Ronî Îmen kirine binçavan wî lêdane û ev lêdan ji Cizîrê heta Şirnexê berdewam kiriye û zextên derûnî lê hatiye kirin.
Parêzer da zanîn ku piştî Îmen birine midûriyeta polîsan a Şirnexê jî li vir jî polîsan zextê lê kirine û lêdane.
Parêzer bang li raya giştî ya demokratîk kir ku xwedî li miwekîlê wî Îmen derkevin.
Hate zanîn ku dibe Îmen ji bo îfade dayînê sewqî dozgeriyê bikin.



