Di kêmtirî 24 saetan de perwerdekarekî leşkerî yê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê ji aliyê çekdarên nenas ve li bajarê Sermeda yê bakurê Idlibê û leşkerî din li gundewarê Meret El Numan hatin kuştin.
Di kêmtirî 24 saetan de li parêzgeha Idlibê 2 bûyerên kuştinê hatin pêkanîn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê-SOHR da zanîn ku çekdarên nenas perwerdekerekî leşkerî yê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê li bajarê Sermeda yê Idlibê kuştin.
Piştî wê bi çend saetan leşkerekî hêzên hikumeta veguhêz ji aliyê çekdarên nenas ve li gundewarê Meret El Numan a başûrê Idlibê hat kuştin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Idlibê bûyerên kuştina leşkeran û endamên ewlekariyê zêde bûne.



