Di êrişa cîhadîstan de ya li dijî artêşa Nîjeryayê 7 leşker hatin kuştin.
Hat zanîn ku cîhadîst girêdayî çetetên DAIŞ’ê ne û êriş bi bombe û balafirên bêmirov pêk anîn.
Komên çekdar ên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê êrişeke bi bombe û balafirên bêmirov li dijî baregeheke leşkerî ya bakurê Nîjeryayê kir.
Di encamê de 7 leşker hatin kuştin.
Çavkaniyeke leşkerî ji ajansa France Press re ragihandibû ku çekdarên “rojavayê Afrîkayê” yên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê li gundê Negamdo yê nêzî bajarê Maiduguri êriş bi roket û balafirên bêmirov pêk anî.
Çavkaniyê diyar kir ku di êrişê de 6 leşker din birîndar bûn û 4 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin lê zirarê ku gihîştiye cîhadîstan nehate zanîn.
Her wiha, ji ber çandina mayînan ji aliyê cîhadîstan ve rêya lezgîn a Maiduguri hate girtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Nîjeryayê ji 16 salan ve di navbera artêşê û komên cîhadîst ên girêdayî DAIŞ’ê de aloziyeke giran heye.
Di encamê de bi deh hezaran hatin kuştin û nêzî 2 mîlyon kes koçber bûn.


