Trump bi hevpîşeyê xwe yê Ukraynayê Zelensky mijara dayîna mûşekên Toma-hawk ji bo Kievê nîqaş kir.
Li hemberî wê Rûsyayê hişyarî da û got ku ew gav dê şer girantir bike.
Malpera “Axios” a Amerîkî da zanîn ku serokê Amerîkayê Donald Trump bi hevpîşeyê xwe yê Ukraynayê Vladimir Zelinsky re mijara dana mûşekên balîstîk ên Tomahawk ji bo Kievê, nîqaş kir.
Çavkaniyan da diyarkirin ku ev cûreyê mûşekan asta leşkerî ya Ukraynayê bilind dike û qebiliyeta armancgirtina deverên di kûrahiya xaka Rûsyayê de bi taybetî jî Moskowê, xurt dike.
Ukraynayê diyar kir ku ev moşek wê bihêlin serokê Rûsyayê Vladimir Putin vegere maseya danûstandinan.
Trump roja duşemê gotibû ku divê berî ku mûşekan bidin Ukraynayê, ew plana wê ya bikaranîna van mûşekan bizanin.
Girêdayî wê, Putin ji vê gavê hişyarî da û got ku ev gav dê şer girantir bike.
Çaverê ye hefteya bê şandeyeke Ukraynayê serdana Washingtonê bike.



