Îro wezîrên dewleta Tirk û wezîrên hikumeta veguhêz ya Sûriyê li Enqerê civiyan.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê Îstixbaratê MÎT’ê Îbrahim Kalin li gel Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Esed Şîbanî, Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra û Serokê Îstixbaratê Hisên Salame civîn pêk anîn.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan diyar kir di civînê de wan têkiliyên her du aliyan û gavên ku ji bo parastina yekîtiya xaka Sûriyê niqaşkirine û plansaziyên şênber, berfirehî nirxandine.
Fîdan dibêje ji bo parastina destketiyên Sûriyê û xurtkirina hevkariyê ew xwedî heman nêrînê ne û got, ” Em ewlekariya Sûriyê ji ewlekariya Tirkiyê cuda nagirin dest.



