Bîlançoya şewata daristanan li Amazonê ya 2020 ji ya 2019’an zêdetir bûye

Enstîtûya Lêkolînê ya Fezayê ya Navnetewey ragihand ku, rêjeya şewata daristinên li Amezonê yên Çileya 2020’ê li gorî Çileya 2019’ê ji sedî 108 zêde bûye.

Li gorî Enstîtûya Lêkolînê di meha borî de 280 kêlometre qada daristanê şewitiye.

Her wiha di 4 salên dawî de jî her sal bîlançoya şewatî girantir dibe.

Çileya 2017’an 58, Çileya 2018’an 183 û Çileya 2019’an jî 136 kêlometre qada daristanê hat şewtandin.

Li gorî çavdêran piştî Jaîr Bolsonaro ku weke serokê dewleta Berazîlê hat hilbijartin şewata daristanên Amazonê zêdetir bûye.

Di sala 2018’an de bi giştî 4 hezar û 946 kêlometre daristan hat şewtandin, dema Bolsonaro hate ser erkê 9 hezar û 166 kêlometre qada daristanê hat şewtandin.

Daristanên Amazon weke ‘Cigera Spî ya Cîhanê’ tê naskirin.

Back to top button