Partiyên ENKS’ê buroyên xwe vedikin

Partiya Demokrat a Kurdistanê- Sûriyê (PDK-S) ya di bin sîwana ENKS’ê de, buroya xwe li bajarê Dêrikê ji nûve vekir.

Partiyên di bin sîwana Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de tevdigerin piştî 3 salan buroyên xwe careke din li Rojava vedikin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PKD-S) îro buroya xwe li bajarê Dêrikê vekir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê demek beriya niha wekî gavekê ji bo pêkanîna yekitiya netewî daxuyanî dabû.

Rêveberiyê ragihand ku hemû partî êdî dikarin bê şertên pêşîn buroyên xwe yên ne ruxsetkirî ji nûve vekin û xebatên xwe dewam bikin.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî beriya wî bi armanca yekrêziya kurdî însyatîfek ragihandibû.

Back to top button