Xwepêşandêr li kolanan in, 30 kes hatin kuştin û 200 birîndar bûn

Xwepêşandanên li dijî hikumetê yên Iraqê careke din destpêkirin û ji danê sibê ve gelek rêyên giştî hatin girtin.

Hêzên ewlehiyê jî mudaxeleyê xwepêşandêran kirin.

Endamê komîteya ewlehî û parastinê ya parlemana Iraqê Elî El-Xanîmî teqez kir ku hêzên Amerîkayê ji baregehên xwe yên li Iraqê, dest bi vekişandinê kiriye.

Li gelek bajarên Iraqê careke din xwepêşandan destpêkirin.

Piştî ku lîderê Tevgera Sadr piştgiriya xwe ji xwepêşandêran vekişand, vê carê jî alîgirên wî ji bo belavkirina xwepêşandanan êriş birin ser çalakgeran.

Di encama êrişan de nêzî 30 xwepêşandêr hatin kuştin û zêdeyî 200 jî birîndar bûn.

Li alîkî din, îro li Nasriye bi sedan kes daketin qadan û li ser rêyên giştî agir pêxistin.

Di xwepêşandanên li pêşberî Zanîngeha el-Eyn li navenda Nasiryê de, xwepêşanderekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû

Li qada Tehrîr ya paytext Iraq Bexdayê jî bi hezaran xwendekar meşiyan.

Li Kerbela, Babîl, Necef û Zîqar jî xwepêşandêr daketin qadan.

Xwepêşandêrên ku alên Iraqê hildan, li dijî Mûhammed Tevfîk Allawî ku ji bo avakirina hikumetê hatiye erkdarkirin û Sadr bi hêrs bûn.

Parlamena Iraqî: Amerîka ji 15 baregehên xwe vedikişe

Li aliyekî din Komîteya ewlehî û parastinê ya parlamena Iraqê teqez kir ku Amerîka ji 15 bargehên xwe yên leşkerî vedikşe.

Komîteyê diyar kir ku Amerîka wê li barageha Eyn el-Esed a Enbarê û li baregeha Hewlêrê ya başûrê Kurdistanê bimîne.

Parlamena Iraqî: Fransa, Almanya û Awistralya jî daxwaza vekişînê kiriye

Komîteyê anî ziman ku Fransa, Almanya û Awustralya jî daxwaznameyk ji bo vekişandina hêzên xwe pêşkêş kiriye.

Li gorî Komîteyê, hemû hêzên koalîsyonê operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê rawestandine û ji hikumeta bê ya Iraqê tê xwestin ku dema vekişîna van hêzên diyar bike.

Back to top button