Piştî gelek civînên bi komîte û desteyan re, Desteya Perwerde û Fêrkirina biryara yekirina cilên dibistanan da.
Derbarê biryarê de Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî Receb El-Muşrif axivî.
Receb El-Muşrif diyar kir ku biryara yekirina cilên dibistanan bi piraniya deng hat erêkirin.
Her weha dest nîşan kir ku her komîte wê li gorî taybetmendiyên herêmên xwe reng û şêwazê cilan diyar bikin.
El-Muşrif îşaret bi rêveçûna xwendinê jî kir û dest nîşan kir ku werza yekê ya demsala xwendinê baş derbas.
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser Receb El-Muşrif diyar kir ku ew kar dikin da ku kêmasiyan derbas bikin û hemû pêdiviyan peyda bikin.



