Parlamana Iraqê: Amerîka ji 15 bargehên xwe yên leşkerî vedikşe

Parlamena Iraqê teqez kir ku Amerîka ji 15 bargehên xwe yên leşkerî vedikşe, şêwirmendekî serokê Amerîkayê jî got hê rêveberiya Ameîkayê vekişîna xwe ji Iraqê ranegihandiye.

Komîteya ewlehî û parastinê ya parlamena Iraqê teqez kir ku Amerîka ji 15 bargehên xwe yên leşkerî vedikşe.

Komîteyê diyar kir ku Amerîka wê li barageha Eyn el-Esed a Enbarê û li baregeha Hewlêrê ya başûrê Kurdistanê bimîne.

Li gorî Komîteyê, hemû hêzên koalîsyonê operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê rawestandine û ji hikumeta bê ya Iraqê tê xwestin ku dema vekişîna van hêzên diyar bike.

VEKIŞÎNA HÊZÊN AMERÎKÎ JI IRAQÊ
ŞÊWIRMENDEKÎ SEROKÊ AMERÎKAYÊ: ME VEKIŞÎNA XWE RANEGIHANDIYE

Li aliyeke din, şêwirmendê serokê Amerîkayê Gabriyêl Sûma, teqez kir ku biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê hê nehatiye dayîn.

Gabriyêl Sûma got: Madam hikûmeta Amerîkayê agahiya vekişîna ji Iraqê piştrast nekiriye, ev tê wateya ku di dema niha de wê ti vekişîn pêk neyê.

Back to top button