Li Almanyayê, 5 penaberên Sûriyayî, destdirêjî li keçeke nûhatî kir.
Piştî wergirtina agahiyan, herpênc sûcdar ji hêla polîsên Alman ve hatin girtin.
Li herêma Heinsberg a Almanyayê, 5 penaberên Sûriyayî ku temenê wan di navbera 17 û 26 saliyê de, li malekê destdirêjî li keçeke 17 salî kir.
Li gor Rojnameya Bild a Alman, di dema ku keça mijara gotinê bi hezkiriyê xwe yê berê re siwar dibe, 3 penaberên sûriyayî xwe davên erebeyê.
Piştre, wê dibin malekê û di bin geha çek û darê kehrebeyê de destdirêjiyê lê dikin, lê belê li gor agahiyên rojnameyê, destê hezkiriyê wê keçê di bûyerê de tune ye.
Bi dû wê re, 4 sûcdar tên girtin û yê 5’an jî xwe radest dike.



