Şehîd Bêrîtan di salvegera şehadeta xwe ya 33ˊyemîn li Helebê û Amûdê hat bibîranîn.
Yekitiya Jinên ciwan a bajarê Helebê, li Navenda yekitiyê civînek li dar xist.
Di civînê de endama rêveber a yekitiyê Zeyneb Ebdo behsa fedakariyên şehîd Bêrîtan, têkoşîna wê ji bo jinan li çiyayên Kurdistanê, kir.
Fîlmek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan hat pêşkêşkirin.
Li bajarê Amûdê jî û ji bo wesîyeta şehîd Bêrîtan endamên Kongra Star, jin û dayikan li kargeha Helawê ya Komîteya Aborî ya Jinan a bajêr kom bûn û dest bi amadekirina helawê kir.
Wê îro li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk a bajêr çalakiyek ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan bê lidarxistin, di çalakiyê de wê helawê li haziran were belavkirin.



