Diviyabû îro Festîvala 5ˊemîn ya Hinaran ya li bajarê Sosê yê gundewarê Dêrazorê bihata li darxisin.
Duh bi şev kesên nenas konên ku ji bo vê Festîvalê hatibûn danîn, şewitandin.
Li dibistana bajarê Sosê yê Dêrazorê dikên ji bo pêşandana berhemên cotkaran hatin amadekirin.
Cihek ji bo senetkar û berhemên xwecihî yên xwe dispêrin hinaran, hat veqetandin.
Li gorî agahiyan duh êvarî kesên nenas konên ji bo pêşwazîkirinê şewitandin.
Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî tavilê dest bi lêpirsînên têkildarî bûyerê kir.



