Tevî agirbesta ku li Siwedayê hatiye ragihandin duh Hêzên hikumeta veguhêz gundê Mecdel yê Siwêdayê topbaran kir.
Li gorî Navenad Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh careke din hêzên hikumeta veguhêz agirbest binpêkir û bi çekên giran gundê Mecdel yê Siwêdayê topbaran kir.
Di 21’ê Cotmehê de jî piştî ku droneke hêzên hikumeta veguhêz li nêzî rêbenda kontrolê ya “El Neqil” ya li ser rêya gundê Wlega erebeyek bombebaran kir, endamên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê ew dron xistibûn xwarê.



