Nexweşxaneya Gel ya Hesekê xizmeta dayîna oksîjenê ji nexweşên rebû û rewşên bînçikandinê re bê pere pêşkêş dike.
Rewşa hewayê ya Hesekê di dawiya demsala havînê û destpêka payîzê de bi zêdebûna tozê û bageran tê naskirin.
Ev dibe sedem ku nexweşên astimê û kesên di pişikên wan de pirsgirêk hene astengiyên bîndanê bikişînin.
Di vê demê de rewşa hewayê tê guhertin û di nava zarokan de jî pirsgirêkên tenduristî zêde dibin.
Li ser wê jî hemşîreya di Nexweşxaneya Gel ya Hesekê de Mîrav Xelef ev agahî da:
“Hemû xizmetên beşa me bê pere ne, nexweşên ji hemû temenan serdana me dikin.”
Li gorî wê rojane di navbera 30-40 nexweş serlêdana vê beşê dikin ku 24 saetan vekirî ye.



