Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê şehadeta 2 şervanên xwe yên li Dêrazorê şehîd bû eşkere kir.
QSD’ê diyar kir ku yek ji wan di şerê li dijî DAIŞ’ê û yê din jî dema li ser erka xwe bû di qezayekê de şehîd ên.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk di daxuyaniya xwe de got:
“Şerevanê me Hesen El Nasir dema bersiva êrişa şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de didan, bombeyek bi erebeya wî ve teqiya û şehîd bû.
Şervanê me yê din Mihemed Illêwî dema li ser karê xwe bû di encama qezayeke leşkerî de şehîd bû.
Her şehadetek biryardariya me ya bilindkirina ala berxwedan û têkoşînê ta bicihanîna hêviyên şehîdên me li wlatekî azad û aştiyane, bê teror û dagirkerî zêdetir dike.”
QSD’ê di dawiyê de sersaxî ji malbata herdû şehîda û tevahî şehîdan xwest û soza pêkanîna xeyalên şehîda da.
Li gorî daxuyaniya QSD’ê gahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Hesen Şedadê
Nav û paşnav: Hesen El Nasir
Navê dayikê: Nûra El Hesen
Navê bav: Hemed
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Mihêmîda. Bersivdayîna şaneyên DAIŞ’ê- 20’ê Cotmeha 2025’an

Nasnav: El Heyebî
Nav û paşnav: Mihemed Illêwî
Navê dayikê: Bedriya Xedîr
Navê bav: Salih
Cihê jidayikbûnê: Hesekê-Taban
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Mihêmîda-Qezaya perwerdeyê- 20’ê Cotmeha 2025’an.



