Li bajarê Humsê di êrişa bi bomeyên destan de jineke ciwan hat kuştin û yek din bi giranî birîndar bû.
Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecih, duh êvarî komeke çekdar li taxa Dahiyet El Welîd a bajarê Humsê 2 bombeyên destan avêtin malekê.
Çavkaniyan dane zanîn ku di encama êrişa bombeyê de jina bi navê Rîham Nîzar Hemûde (32) hat kuştin.
Her wiha jina bi navê Sara Mihemed Himêdûş jî bi giranî birîndar bû.
Jina birîndar ji bo nexweşxaneyan hat veguhestin.



