Li gundewarên Şamê ciwanekî Xiristiyan hatibû revandin, piştî dayîna pereyekî zêde hate berdan.
Têkildarî mijarê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî ragihand ku di 16’ê Cotmehê de ciwanekî Xiristiyan, li ser rêya Meret Sêdnaya yê gundewarê Şamê hate revandin.
Çavdêriyê destnîşan kir ku piştî axaftinên ne-eşkerekirî di navbera malbata ciwan û kesên ew revandin de, li hember miqdarek mezin ji peryan hate berdan.
Çavdêriyê, li herêmên hikumeta veguhêz kiryarên revandin, qetilkirin û hwd zêde dibin.
Lê hikumeta veguhêz sûcan paşguh dike, ew jî dihêle ew çekdar kiryarên wiha zêde bikin.



