Kurdistaniyên li Ermenistanê, Şehîd Bêrîtan bi merasîmekî bi bîr anîn, beşdarên merasîmê got:” Bi çalakiya Bêrîtan re em ber bi artêşbûnê ve çûn,Bi hezaran jin bûn şopdarên wê.”
Merasîmên bîranînê li herêma Armavîrê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Azad pêk hat.
Li wir kesên axivîn helwesta şehî Bêrîtan a redkirina radestkirinê bibîrxistin û gotin:
“Berxwedana lehengên weke Bêrîtan, têkoşîna jinên Kurd li tevahiya cîhanê kir mînak.
Em weke gel û jinên Kurd, heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, em ê berxwedana xwe bidomînin.”
Piştîa axaftinan, bîranînê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.



