Komîsyona Ewropayê pêşniyara rakirina guhertina saetên havîn û zivistanê ji nû ve xiste rojeva xwe.
Demek dirêj e mijara rakirina guhertina saetê tê nîqaşkirin, ji ber pirsgirêkên koordînasyonê yên di navbera welatên endam de heta niha pêk nehatiye.
Guhertina saetê cara yekem di salên 1970’ê de ji bo teserûfa enerjiyê hate bicîhanîn.
Lê di anketek berfireh a ku ji hêla Komîsyonê ve di sala 2018’an de hate kirin, ji sedî 84 beşdaran xwestin ku dawî li vê pêkanînê were.
Parlamentoya Ewropayê ev yek di sala 2019’an de pejirand, lê ji ber ku welatan biryar nedan ku wê dema havînê yan zivistanê rakin, pêvajo xitimîbû.
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez di daxuyaniya li ser platforma medyaya dîjîtal X’ê de jî piştgirî da rakirina guhertina saetê û got:
“Di nava salê de 2 caran guhertina saetê êdî ti mantiqê wê tineye.”
Polonya û Fînlandiyayê jî piştgirî dan banga Spanyayê.
Komîsyona Ewropayê plan dike ku di mehên pêş de analîza bandor amade bike û ji bo rakirina guhertina saetê wê gavên berbiçav bavêje.



