Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku piştî ku moşek û dronanên Rûsyayê ji şeva Înê heta sibeha Şemiyê li Ukraynayê xistin, herî kêm 4 kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn.
Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Kievê Timur Tkachenko, got di êrîşeke moşekî ya balîstîk de li paytext Kîev, roja Şemiyê serê sibê, 2 kes mirin û 9 kes birîndar bûn.
Servîsa Awarte ya Dewleta Ukraynayê ragihand ku agir li avahiyek ne-niştecîh derketiye.
Di heman demê de bermahiyên moşekên hatine girtin li deverek vekirî ya din ketine û şibakeyên avahiyên nêzîk zirar dîtine.
Li Rûsyayê, Wezareta Parastinê ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî di şevekê de 121 dronên Ukraynayê li ser Rûsyayê xistine xwarê.
Êrîş piştî wê yekê hatin kirin ku Zelensky roja Înê bang li Amerîkayê kir ku cezayên li ser petrola Rûsyayê ji du şîrketan ber bi tevahiya sektorê ve berfireh bike û daxwaza mûşekên dûr-menzîl kir ku bersiva Rûsyayê bidin.



