Serokê Lîsteya Eniya Tirkmen ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ya Kerkûkê li navçeya Pirdê êrişê ciwanên Kurd kir û ew weke “terorîst û têkder” binav kirin.
Li gorî şahidên bûyerê, alîgirên Eniya Tirkmenî ya karwanê wesayîtên xwe yên kampanyaya hilbijartinê birin Taxa Kurdistanê, ku taxeke Kurdan ya navçeya Pirdê ye û li wir heqaret li ciwanên Kurd yên taxê kirin.
Serokê Lîsteya Eniya Tirkmen ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ya Ker Erşed Salihî di peyameke vîdyoyî de ku li ser rûpela xwe ya Facebookê belavkirin, êrişî ciwanên Kurd yên navçeya Pirdê kir.
Serokê Lîsteya Eniya Tirkmenî dibêje: “Ez pir bi wêrekî îtîraf dikim ku ew kesane alîgirê minin.
Ger ew ne alîgirên we bin, wê hingê ew terorîst û têkderin.”
Ev bûyer di demekê de ye ku alîgirên Eniya Tirkmenî duh li kolanên Kerkûkê ala Tirkiyê bilind kirin.
Duh, Erşed Salihî di dema kampanyaya hilbijartinê de bi berdewamî got ku “Kerkûk Tirkiye ye û bajarekî Tirkiyê ye”.



