Li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyê bê aramî, tevlihevî û rewşên siwîqastkirinê ku êdî li dijî leşkerên niha û yên berê pêk tên, zêde bûne.
Li gundewarê Şamê, şeva berê çekdarên nenas li motorsiklêtê siwar bibûn, berpirsekî leşkerî yê karbes ê ji Hêzên Parêzvanên Sînor ji taîfeya Elewî, li pêş mala wî ya Dîmas kuşt.
Li gundê Teltût ê herêma Selemiyê ya bajarê Hemayê jî çekdarên nenas bombeyeke destan avêt erebeya serbazek hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê, lê tu zirar negihîşt serbaz û êrişkar reviyan.
Ev di demekê de ye ku sûcên hedefgirtin, kuştin û revandinê li herêmên hikumeta veguhêz zêde bûne.



