Niştecihên Xurmalê ji buhayê niftê ya ku ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve hatiye destnîşan kirin ne razî ne.
Li gorî lihevkirina di navbera hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, rojane 50 hezar bermîl nefta xav ji bo pêdiviyên navxweyî tê dabînkirin.
Lê hikûmeta herêmê bihayê neft û benzînê bilindtir dike.
Werza zivistanê jî nêzîk dibe, hikûmet qasî pêwîstiya welatiyan neftê belav nake.
Welatiyê bi navê Mihemed Ehmed diyar kir ku bihayê neftê pir girane,û ji bo derbazkirina werza zivistanê pêwîstiya wan bi sê bermîlan heye.
Hesen Nesredîn destnîşan kir, Iraq neftê bi 30 hezaran dide welatiyan, lê hikûmeta Herêmê 200 lître bi 104 hezaran belav dikin û got:
“Dabînkirina sotemeniyê mafekî bingehîn ê her welatiyekî ye, lê rayedar me ji vê yekê bêpar dihêlin.
Diviyabû bi bihayekî erzan bidaya welatiyan, lê li vir hikûmeta demborî wê wekî bazarekî difiroşe welatiyan û kiriye barekî giran li ser milê gel.”



