Li Besrayê agir bi depoyek neftê ket, tê gotin karmendek jiyana xwe ji dest daye û 25 jî birîndar bûne.
Li gorî medya Iraqê danê siharê ragihand, depoya petrolê ya Zubair-1 ya li parêzgeha Besrayê teqiyaye û piştre jî agir pê ketiye.
Heman çavkaniyê ragihand ku di bûyerê de karmendek jiyana xwe ji dest daye û 25 karmend jî birîndar bûne.
Ji bo vemirnadina agir Tîmên agirkujê berê xwe dan cihê bûyerê.
Heta kêliya amadekirina nûçeyê jî xebatên vemirandina agir didomin.



