Şaredarê Kîevê, Vitaliy Klitschko ragihand ku di êrişa hêzên Rûsyayê ya bi dronan li ser Kîevê de 3 kes hatin kuştin û 27 kes jî birîndar bûne.
Şaredarê Kîevê Vitaliy Klitschko der barê êrişê de agahî li ser Telegramê parve kirin.
Vitaliy Klitschko got êriş li taxa Desnyanske ya bakurê rojhilatê Kîevê çêbûye.
Her wiha ji birîdaran 6 zarok hene.
Şaredar ragihand ku di avahiyekê de jî şewat çêbû û di encamê de zerarên mezin ên madî çêbûn.
Di aliyê dîplomatîk de, Serokê DYA’yê Donald Trump duh gotibû ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê ew ê civîneke nû li gel Serokê Rûsiyayê Vladimir Putin demê winda neke.
Nûnerê aborî yê Kremlinê Kirill Dmitriev, ji roja Înê ve li DYA’yê bi rayedarên rêveberiya Trump re hevdîtinan dike.



