Rêxistina PYD’ê ya Lubnanê bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsogeriya destkeftiyên şoreşê ye ” civîna xwe ya salane li dar xist.
Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Lubnanê civîna xwe ya salane li paytext Beyrûtê li dar xist. Civîn bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoeriya destkeftiyên şoreşê ye” bi amadebûna endamên partiyê pêk hat.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêveberên meclisa PYD’ê ya Lubnanê Rêvan Mihemed rojeva civînê vegot û rewşa siyasî nirxand. Rêvan Mihemed di nirxandinên xwe de got, di vê pêvajoya hesas re ku herêmê tê re derbas dibe û agirbesta ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê ragihandiye, zimanê diyaloga siyasî di navbera hemû aliyan de pêwîstiyek e.
Piştre nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan û PYD’ê yên der barê pêşdebirina xebatên partî, rêxistinî û parastina destkeftiyên şoreşê de hatin xwendin. Ji bo berfirehkirina xebata siyasî û civakî ya rêxistinê li herêmên Beyrûtê pêşniyar jî hatin kirin.
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso bi qeyda deng peyam ji civînê re şand. Hiso di axaftina xwe de xebatên meclisa partiyê ya Beyrûtê silav kir û rola wê di parastina mafên Kurdan de vegot. Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî peyameke bi deng ji civînê re şand. Îlham Ehmed girîngiya diyalogan ji bo mîsogerkirina vegera koçberan û parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegot.
Piştre jî endamê partiyê Xalid Xalid rapora xebatên salekê yên meclisa partiyê ya Lubnanê xwend.
Civîn bi dayîna van birayran bi dawî bû:
-Pêşxistina perwerdeyan û avakirina komînan.
-Amadekariyên boneyên neteweyî û nîştimanî.
-Bi rihê şoreşgerî û komîlan pêşxistina xebata girse.
-Avakirina komîteya zimanê Kurdî û birêxistina xelekên perwerdeyê.
-Domandina lidarxistina panel, hevdîtinên siyasî û ragihandinê.



