Li Derayê di pevçûneke di navbera hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê û fermandarekî berê ya komeke xwecih de çekdarekî hikumeta veguhêz hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li bajarokê Qerfa yê Derayê bi ser mala fermandarekî berê ya komeke çekdar a xwecih de girt.
Çavdêriyê diyar kir ku di dema serdegirtinê de pevçûn di navbera hêzên hikumetê û fermandarê berê yê koma çekdar de derket.
Çavdêriya Sûriyê eşkere kir ku di encamê de çekdarekî hêzên hikumetê hat kuştin û yek din birîndar bû.
Çavêdriya Sûriyê da zanîn ku pevçûn bêyî girtina fermandarê berê bi dawî bû.



