Parlementera Partiya Çep a Kesk û Karkeran û Raportora berê ya Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyê Katî Pîrî li bajarê Den Haagê bi kurdistaniyan re civiya.
Katî Pîrî di destpêka axaftina xwe de li ser hilbijartinên Hollandayê yên 29’ê Cotmehê axivî û got:
Encamên neyînî yên ku dibe partiyek rastgir bê desthilatê rawestiya.
Katî Pîrî diyar kir ku ji bo ku Kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne û mafên çandî bi dest bixe, em ê bi hev re têbikoşin.
Katî Pîrî li ser hevdîtinên aştiyê yên li Tirkiyê tên meşandin jî axivî û anî ziman ku di destpêka pêvajoyê de bêhêvî bû, lê niha hêviyên wê geş bûne û got:
“Ez li Tirkiyê pêşketinên xweş dibînim.
Rêya demokratîkbûna Tirkiyê di çareserkirina pirsgirêka Kurd de ye.”



