Amedkariyên ji bo meşa 8’ê Mijdarê ya bajarê Koln ê Almanyayê dewam dike.
Di vê çarçoveya de li Parîsê civînek hate lidarxistin.
Parlamenterê DEM Partî yê Agiriyê Sirri Sakik, Hevserokê CDK-F’ê Azad Dogan û gelek Kurdistanî tevlî civînê bûn.
Hevserokê CDK-F’ê Azad Dogan li ser giringiya pêvajoyê axivî û got:
“Biserketina pêvajoyê tenê bi şert û mercên azad ê jiyan û xebatê yê Rêber Apo pêkan dibe.”
Parlementerê DEM Partiyê Sirri Sakik banga tevlîbûnek girseyî ji bo meşê kir û wiha got:
“Divê pêvajo hîn zêdetir neyê derengxistin, bendewariya civakê ji bo aştiyê avêtina gavên xurt e.”
Her wiha parlementerê DEM Partiyê bi heman armancê, sibê li Parîsê bi gel re bicive.



