Piştî bêtirî 5 mehan, Rûsya geştên Esîmanî ji Baregeha Himêmîmê careke din dest pê dike.
Li gor Ajansa Nova ya Italî, balafireke Rûs ji Baregeha El-Xadim a Lîbabyê rabû û berê xwe da Himêmîm a Lazqiyê.
Li gor ajansa Italî balafireke veguhestinê ya Rûs ji cureya Ilyushin Il-62M ji Lîbyayê berê xwe da baregeha Himêmîm a Sûriyê.
Ev geşta esîmanî ya Rûsyayê piştî demeke kin ji serdana Serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed El-Şeri bo Rûsyayê pêk tê.
Ehmed El-Şeri di hevdîtina xwe ya Putin re gotibû ku ew ê pabendî peymanên Rûsya û Sûriyê bibin.
Her wekî Baregeha Himêmîm cihekî sereke yê Rûsyayê di Rojhilata Navîn de ye.



