Rêberê Durziyên Sûriyê Şêx Hikmet El-Hicrî ragihand ku ew daxwaza serxwebûna giştî dikin.
El-Hicrî piştrast kir ku “azadiya diyarkirina çarenûsê mafekî jêneveger e”.
El-Hircirî ji Sky News re diyar kir ku hejmara revandiyên ji Siwêdayê 600 kes derbas kir, jin jî di nav wan de hene.
EL-Hircrî dibêje ku Hikûmeta Veguhêz danûstandinên serbestkirina van kesan asteng dike.
Rêberê Durziyan eşkere kir ku hîna Hêzên Şamê ji gundên wêranbûyî derneketiye û hewl dide rastiyan berovajî bike.
Lewra, El-Hicrî daxwaz kir ku bila Civaka Navneteweyî bûyerên li Siwêdayê wekî “qirkirin” bibîne û rastiya li ser erdê eşkere bike.



