Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi daxuyaniyekê binpêkirina agirbestê ji hêla hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê ve şermezar kir.
Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin, “Çeteyên terorîst binpêkirinên xwe yên sîstematîk ên agirbestê û di hewldanên xwe yên bêaramiyê û zêdekirina zextê li ser niştecihan de dewam dikin.
Çeteyan bi dronan bi awayekî dijwarî eniya rojavayê bajêr bombebaran kir.
Di encama vê êrişa tirsonak de hejmare endamên me birîndar bûn.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku fermandariya Parêzvanên Niştîmanî vê binpêkirinê şermezar dike û diyar dike ku ev êriş wan ji erkên parastina xakê û şêniyan bi dûr naxin.
Her wiha fermandariyê pabendiya xwe ya bi parastina sivîlan dubare kir.



