Li Başûrê Kuristanê nerazîbûnên dijî nebûna xizmetguzariyê dewam dikin.
Xelk rabûn ser xwe û rêya sereke ya gund li trafîkê girtin.
Li gorî agahiyan xelkê gundê Serdar ya ser bi parêzgeha Hewlêrê dijî nebûna xizmetguzariyê daketine qadan.
Hate zanîn ku şêniyan rêya sereke ya gund li trafîkê girtine û li ser rê agir pêxistine.
Li gorî agahiyan, xelkê gund dibêjin rêya wan nayê çêkirin û heya niha jî aliyên peywendîdar pirsgirêkên wan çareser nekirine.
Nerazîbûna şêniyên gund di van kêliyan de jî dewam dike.



