Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gavên ku ji aliyê tevgerê ve hatine avêtin nirxand.
Bayik diyar ji bo pêşketina pêvajoyê ew herdem bi berpirsyarî tevdigerin û dibêje, “Divê êdî dewlet gavên girîng bavêje.
Heta gavên siyasî û qanûnî neyên avêtin ti wateya gavên din nabe. Ji bo demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurd gava yekem ya ku divê bê avêtin ev e.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û asta ku pêvajo hatiye de ji ANF’ê re axivî.
Cemîl Bayik: Ji bo pêşketina pêvajoyê em bi berpirsyarî tevdigerin
Bayik diyar kir ji bo pêşketina pêvajoyê ew herdem bi berpirsyarî tevdigerin û wiha axivî,
“Ji bo pêşketina pêvajoyê em jî dikarin di hinek mijaran de baldar bin. Ji xwe em timî hesas û berpirsyarî tevdigerin. Lê divê êdî dewlet gavên girîng bavêje. PKK hate fesixkirin, şerê çekdarî hate bidawîkirin.
Ji bo ku ev gavên hatine avêtin watedar bibin, tiştên ku divê dewlet bike hene. Gelo wê bi awayekî azad siyaseta demokratîk bê kirin? Yên ku çekên xwe danîne dema vegerin Tirkiyê wê bikarin bi azad siyasetê bikin, wê derfeta rêxistinkirina demokratîk bibînin?”
Cemîl Bayik: Heta ku gavên siyasî û qanûnî neyên avêtin wate gavên din nabe
Bayik da zanîn ev yek tenê ji bo şervanekî an jî yekî ku nû tevlê buye nîne, divê Rêber Apo û herkesên pêwendîdar bigre nava xwe û got,
“Rêveberiya PKK’ê ya ku hate fesixkirin jî di navê de ye.
Heta gavên vê yên siyasî û qanûnî neyên avêtin ti wateya gavên din nabe. Ji bo demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurd gava yekem ya ku divê bê avêtin ev e.”
Cemîl Bayik: Divê kadro û mîlîtanên Tevgera Apocî bibin beşeke sîstema hiqûqî û siyasî
Bayik destnîşan kir Rêber Apo di kontrola dewleta Tirk de, bi Manîfestoya Civaka Demokratîk bernameya siyasî ya demokratîk danî holê û wiha dewam kir,
“Ev yek tê wateya ku dewletê qebûlkiriye ku bi bernameya siyasî û demokratîk ya ku Rêber Apo eşkere kir, têkoşîna siyasî bê meşandin.
Fesixkirina PKK û bidawîkirina têkoşîna çekdarî, bi pêkanîna vî aliyê siyasî û hiqûqî wê bi wate bibe û bikeve meriyetê.
Heta ku kadro û mîlîtanên Tevgera Apocî nebin beşeke ji sîstemeke siyasî û hiqûqî ya wiha wê ti wateya gotin û gavên din nebe.
Ji ber ku di rewşeke wiha de polîtîkaya li dijî Kurdan wê mîna berê dewam bike.”
Cemîl Bayik: Daxuyaniya 26’ê Cotmehê îrade û bîryardariya me ya aştiyê nîşan dide
Cemîl Bayik destnîşan kir daxuyaniya 26’ê Cotmehê ya derbarê vekişîna hêzên gerîla ji nava sînorên Tirkiyê îrade û bîryardariya tevgera wan ya pêkanîna aştî û civaka demokratîk nîşan dide.
“Ji bo jiyana azad û demokratîk ya gelê Kurd, heta ku sîstema siyasî û hiqûqî ya ku bikaribe xwe bi rêxistin bike û têkoşîna siyasî û demokratîk bimeşîne ava nebe wê ti tiştek neguhere.
Di vê mijarê de tişta dikeve ser me, me kir û gavên pêwîst avêt. Niha dora gav avêtinê ya dewleta Tirk e.


