Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, Konferansa Komînên Kantona Cizîrê ya Yekemîn bi dirûşma “Avakirina komînê bingeha civaka demokratîk û azad e” li dar xist.
Konferans bi tevlêbûna 600 delegeyan li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Endam û hevserokên komînên bajar û bajarokên kantona Cizîrê, nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî konferansê bûn.
Hêjayî bibîrxistinê ku ji destpêka meha Îlonê ve û heta meha Cotmehê li tevahî bajar û bajarokên kantona Cizîrê konferansên komînan hatin lidarxistin.
Her wiha weke hat diyar kirin ku wê encamên wan di konferansa îro de werin nirxandin.



