Rewşenbîr û siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngava dîroka ya Tevgera Azadiya Kurdistanê bi gaveke dîrokî nirxand.
Wan diyar kirin ku gerîla berûvajî Tirkiyê her tim gavên giran davêje û gotin:
”Divê dewleta Tirk jî ji bo serxistina pêvajoya aştiyê ji herêmên Kurda vekişe”.
Gerîlayên Hêzên Parastina Gel û Yekîneyên Jinên Azad ên Star di çarçoveya biryarên Kongreya 12’emîn dest bi vekişîna ber bi Herêmên Parastina Medyayê kirin.
Piştî vê gavê dîrokî êdî çavê tevahî cîhanê li ser gav avêtinê Tirkiyê ye.
Di derbarê mijarê de siyasetmedar û rewşenbîran pêngava gerîlayan wek gaveke dîrokî nirxand.
Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebdulxenî Oso diyar kir ku Tevgera Rizgariyê gaveke din ya erênî avêtiye, lê dewleta Tirk hîn jî tu gav neavêtine û wiha pê de çû:
“Serokê Partiya Tevgera Neteweperest Devlet Bahçelî gotibû ku wê Rêber Apo dê li parlamentoya Tirkiyê biaxive, lê me hîn tiştek nedîtiye.
Dewleta Tirkiyê ji bo vê qonaxê komîteyek parlamentoyê ava kiriye.
Divê komîte gavên bingehîn ên derbarê destûrê de bavêje ji ber ku Ev pêvajo bêyî guhertinên destûrî bi ser nakeve.”
“Gerîla berûvajî Tirkiyê her tim gavên giran davêje”
Her wiha Hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk ya Hesekê Ferhan Dawud da zanîn ku gerîlayên rizgariya Kurdistanê berûvajî Tirkiyê her tim gavan davêje.
“Ji bo pêvajiya aştiyê pêk bê divê tirkiyê ji herêmên Kurda derkeve”
Ferhan Dawud bi lêv kir ku eger Tirkiyê dixwaza çareserî pêk bê divê ji herêmên Kurda vekişe.
“Gerîla ji bo pêkanîna aştî û demokrasî cekê xwe danî”
Herî dawî Endamê Yekitiya Rewşenbîran ya Kantona Cizîrê Ezîz Silêman jî destnîşan kir ku gerîla ji bo aştiyê cekê xwe danî.



