Îsraîlê li Şerîda Xezayê êrişek pêk anî, 2 kes hatin kuştin.
Her wiha baskê leşkerî yê Hemasê Tugayên El Qesam ragihand ku wan cenazeyê girtiyekî Îsraîlê radestî Komîteya Xaça Sor kirine.
Çavkaniyên tibî yên Filistînî diyar kir ku di êrişa balafireke bêmirov a Îsraîlê li dijî bajarê Xan Yûnis ê başûrê Şerîda Xezayê de 2 filistînî hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Li gorî raporên ragihandinê, balafireke bêmirov a Îsraîlê mûşekek ber bi komeke filistîniyên ku li nêzî Xeta Zer a li bajarokê Ebsan a Mezin bûn, avêt.
Çavkaniyên heremî eşkere kir ku her 4 Filistîniyên hatine hedefgirtin, nêzî herêma Şehayide ya li “Herêma Hemra” bûn.
Heman çavkaniyan anî ziman ku rakirina cenazeyên bi koordînaya rêxistinên navneteweyî re bi zehmetî pêk hat.
Cenaze ji bo nuqteya Nasir a tibî ya li Xan Yûnisê hatin veguhestin.
Hat destnîşankirin ku ev êriş dûrî nuqteyên bicihbûna hêzên Îsraîlê pêk hat.
Hemasê cenazeyek Îsraîlî radestî xaça sor kir
Li aliyê din baskê leşkerî yê Hemasê Tugayên El Qesam ragihand ku wan cenazeyê girtiyekî Îsraîlê ku li taxa Tufah a Xezayê hatibû dîtin, saet di 21.00ˊan de radestî Komîteya Xaça Sor kir.
Li gorî agahiyan di encama xebatên lêkolîn û lêgerînê de cenaze hat dîtin û ji bo wergirtina cenaze ji hêla Îsraîlê ve amadekarî tên kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hemasê der barê cihên cenazeyan de agahî dabûn tîma Misrê ya lêkolînan.
Radyoya Îsraîlê diyar kiribû ku Îsraîlê rê da Hemasê ku li xalên di hundirê “Herêma Zer” de li cenazeyan bigere.
Îsraîl naxwaze Tirkiye li Xezayê be
Ji aliyê din ve li gorî peymana agirbestê, tê payîn ku bi vekişîna gav bi gav a artêşa Îsraîlê re wê hêzek aramiyê ya navneteweyî li Xezeyê bên bicihkirin.
Tirkiye xwestibû tevlî vê hêzê bibe, lê Tel Avîv bi eşkereyî li dijî vê daxwazê derdikeve.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar di civîna çapemeniyê ya hevpar a ligel Wezîrê Derve yê Macaristanê Peter Szijjarto li Budapeştê axivî û got:
“Welatên ku difikirin leşkeran bişînin Xezayê divê herî kêm bêalî bin.
Ne şert e ku ew dostên Îsraîlê bin, lê divê ne di nava hewldanên dijminane bin.”
Gideon Saar anî ziman ku Tirkiyê “nêzîkatiyeke dijminane li hember Îsraîlê pejirandiye” û got:
“Ev tenê bi daxuyaniyên tund ve ne sînordar e; gavên dîplomatîk û aborî jî di nava xwe de dihewîne.
Ji ber vê yekê, ne maqûl e ku em destûrê bidin artêşa Tirkiyê ku bikeve Xezeyê.
Me ev yek bi eşkereyî ji dostên xwe yên Amerîkayê re jî got.”



