Şandeyek ji civakên sivîl yên Ewropayê, serdana Daîreya Têkilyên Derve ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Di civîna şandeyê de, xebatên saziyên Rêveberiya Xweser û tecrûbeya wê hat nirxandin.
Şande ji endamên konfederasyona Kurd û Yekîtiya Jinên Kurdistan li Ewropayê, Yekîtiya Parêzerên Kurd, Rêxistina Civaka Kurd yên li Almanyayê pêk dihat.
Şandê ji aliyê hevserokê Daîreya Têkilyên Derve, Fener El Giêt û cîgira hevserokatiyê Gulistan Elî ve li bajarê Qamişlo hatin pêşwazîkirin.
Di civîna her du aliyan de, rewşa li Sûriyê, têkoşîna jinên herêmê û rola jinan di saziyan de hate nîqaşkirin.
Her wekî peymana 10’ê Adarê û destûrek nû li Sûriyê li ser bingeha pirrengiyê hate nirxandin.
Di dawiyê de, şandiyê piştgiriya xwe ji Rêveberiyê re diyar kir û teqezî bi domandina hevdîtina û xurtkitina tensîqa di navbera Rêvberiya Xweser û şandiyê de kir.



