Şandeya Îmraliyê û Serokkomarê Tirkiyê Erdogan sibê wê seet 17:30’an de li hev bicivin.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê.
Hate ragihandin şande wê sibê bi Serokkomarê Tirk Erdogan re hevdîtinê bike.
Hat diyarkirin hevdîtin wê di seet 17.30’an de li Qesra Serokkomariyê ya li Enqereyê pêk were.
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan diviyabû ku 28’ê Cotmehê pêk bihata lê ji bo 30’ê Cotmehê hatibû paşxistin.
Wekî tê zanîn, berî lidarxistina vê civînê, Tevgera Azadiya Kurdistanê ragihand ku Gerîla xwe ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê vedikişîne.
Tê payîn ku di civînê de rewşa dawî ya pêvajoya aştî û civaka demokratîk were niqaşkirin.
https://mezopotamyaajansi35.com/kr/Nuce/content/view/290573



