Şevê din li taxa Qinênis yê Laziqiyê kesên nenas bombeyek avêtin navenda polîsan.
Paşê alîgirên hikumeta veguhêz a Sûriyê li wir kombûn û gotinên nexweş ji elewiyan re kirin.
Li ser bêdengiya hikumeta veguhêz li dijî van gotinan, Meclisa siyasî a naverast û rojavayê Sûriyê daxuyanî da.
Meclisê eşkere kir ku ev kirin ji aliyê wezîrê karê hundirîn Enes Xetab VE bi awayekî sîstematîk tên kirin.
Meclisê da zanîn ku bêdengiya hêzên ewlehiya giştî li dijî wan gotinên ku li ber çavê wan hatine gotin delîleke eşkere yê rêbzê sîstematîk a ku wezarata hundirîn dimeşîne û got.
“Ev kirin di bin banê wezîrê karê hundirîn Enes Xetab yê ku ji cîhanê ve tê xwestin, derdikevin.”
Meclisê siyasî diyar kir ku ev kirin rê li ber hewldanên jiyana hevbşe dinavbera elewî û sûniyan de têk dibin.
Her wiha Meclisê eşkere kir ku ev ne cara yekemîn e ku ev buyer tên kirin, lê belê beriya niha gelek caran li Laziqiyê, Himsê û Ceblê derketin û tê de banga qirkirina elewiyan kirin.
Meclisê siyasî ji aliyê peywenîdar xwest ku Enes El-Xetab bigirin û wî darzînin da ku ev sûc careke din neyên kirin.


