Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Ragihandina Demokratîk-YRD’ê şehîdên ragihandina azad bi rêzdarî bibîr anî.
YRD’ê diyar kir şehîd Aso Baran, Şîlan Ezgî, Tofan Sefkan, Azad Serxwebûn û Firat Tolhildan di cihên herî zehmet ên şerê li Kurdistanê de bi fedakariyeke mezin ji bo agahdarkirina gelê Kurd xebat meşandin.
YRD’ê diyar kir li Kurdistanê meşandina karê ragihandinê her tim dayîna berdêla herî mezin hewce kiriye û got,
YRD: Ji bo pêkanîna armancan em ê pênûs û kameraya we li erdê nehêlin
“Ev hevalên me jî ji dayîna vî berdêlî xwe nedan paş.
Ji bo gelê Kurd bigihîje jiyaneke azad û demokratîk têkoşiyan û heta kêliya dawî ya jiyana xwe pênûs û kamerayên xwe bi kar anîn.
Em wekî YRD dibêjin, bila çavên we li paş nemîne, ji bo pêkanîna armanca we em ê pênûs û kamerayên we li erdê nehêlin û ji bo avakirina civaka azad û demokratîk a ku we dixwest em ê di bin rêberiya we de bêhtir bixebitin.”



