Gerînendetiya Sotemeniyê ya kantona Reqayê bi rêjeya ji sedî 95 belavkirina mazotê li gundewarê Reqayê bi bû û dest bi belavkirina li nava bajêr hat kirin.
Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo her malbatekê 300 lître mazot bi bihayê 315 lîre ji bo giştî mîqdarê, diyar kiribû.
Li gorî hevserokê Gerînendeîtiya Sotemeniyê ya kantona Reqayê Omer Mihemd, mîqdara giştî maozta li gundewarê hatiye belavkirin 5 milyon û 500 hezar litre mazot e.
Piştî xebata belavkirina mazotê li gundewarê kantonê bi dawî bû, me ji Meclisa Şehîd Hêlîn Cûdî ve, bi rêya 30 hezar kartên malbatî, dest bi belavkirina li bajêr kir.
Omer Mihemd têkildarî zehmetiyên li pêşiya gerînendetiyê di belavkirinê de derketine got:
Me hin zehmetî dîtin, weke neqûlkirina şêniyan li ser aktîvkirina kartan.
Hejmara kartên hazir ên ji bo belavkirina li nava bajêr, 95 hezar kart e.
Dê kar li meclisên xwecihî werin belavkirin, da ku ew bidin şêniyan û ew jî para xwe wergirin.



