Li Ewropayê, çalakiyên bi aramnca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin, bibiriyardariyek xurt dewam dike.
Di çalakiyan de, banaga beşdariya girseyî ya meşa 8’ê Mijdarê li Kolnê hat kirin.
Li Swîsreyê Çalakiya Rûniştinê ya her çarşem li ber avahiya NY’î li Cenevre, tê lidarxistin ket hefteya 249’an de.
Di vê hefteyê de, pêşengên berxwedana Kobanê hatin bibîranîn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Komîteya Çalakiyê Serhat Polat daxuyanî da.
Polat diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neye ew her li qada bin û got:
“Divê em li Kolnê bibin dengê aştiyê, em ê teqez bi ser bikevin.”
Nobeta azadiyê: Emê bi coş li Koln li hev kom bibin
Li Fransayê jî çalakiya Nobeta Azadiyê ya li bajarê Strasbourgê, ket hefteya xwe ya 697’an.
Welatparêzên ku ji bajarê Kiel ê Elmanyayê hatin, nobeta vê hefteyê dewr girtin.
Koma welatparêz got, Em bang li hemû gelê xwe yê li Ewropayê dikin ku bi bi coş tevlî vê meşa kolnê bibin.



