Cîgirê Hevserok ê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd di hevpeyvînekê de bi rojnameya Yenî Yaşam re got ku danûstandinên ji bo cîbicîkirina Peymana 10ê Adarê berdewam dikin, lê Şam “hîn jî ne amade ye ku li ser daxwazên maqûl li hev bikr.
Bedran Çiya Kurd diyar kir ku di civînên dawî de bi taybetî mijara entegrebûna HSDê hatiye nîqaşkirin û got:
Fikireke hevpar derketiye holê ku HSD dê xwe di sê firqe û du alayên taybet de birêxistin bike û bi Wezareta Parastinê ve girêdayî be.
Ev hêz dê parastina herêma xwe û cihên xwe yên diyarkirî bigire ser xwe.
Ya girîng parastina gelan û herêman û rêxistinkirina hêzên leşkerî ye.
Ev hêz dê wekî artêşeke leşkerî ya neteweyî di bin Wezareta Parastinê de xizmet bike.
Li ser van mijarên giştî lihevkirinek hatiye kirin.
Peymana 10ê Adarê wê were bicîhanîn.
Em xwedî biryardarî û îradeya vê yekê ne.
Herî sawî Cîgirê Hevserok ê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd got:
Gelê Sûriyê dê pêşeroja xwe bi xwe binivîse.
Bi yekbûna li ser eniya demokratîk, bi têkoşîna bi hev re, bi hev re ked û ramanên xwe, ew ê pêşeroja Sûriyek bê navendeke demokratîk garantî bikin.



