Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê li ser du xalên cuda êrîşên hewayî pêk anîn, di encamê de leşkerekî Lubnanî hat kuştin.
Medyayên Lubnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê herêmên Çarmak û Mehmûdiyê yên li başûrê Lubnanê hedef girtine.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyek nivîskî de êrîş piştrast kir.
Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku êrîşên hewayî li başûrê Lubnanê Hizbullah hatiye hedefgirtin.
SEROKWEZÎRÊ LUBNANÊ ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ ŞERMEZAR KIR
Serokwezîrê Lubnanê Newaf Salam di daxuyaniyekê de êrîşa şeva borî ya artêşa Îsraîlê li ser şaredariya Belîdayê şermezar kir.
Selam êrîş wekî êrîşek eşkere li ser sazî û serweriya dewleta Lubnanê bi nav kir û sersaxî ji malbata karmendê şaredariyê Îbrahîm Salam re xwest, ku di bûyerê de hate kuştin.
Newaf Selam hevxemiya xwe bi kesên ku li başûrê welêt dijîn re anî ziman û got:
“Ev mirov her roj ji bo parastina mafê xwe yê dilsoziya bi axa xwe re û jiyanek ewle û bi rûmet di bin serweriya dewleta Lubnanê de bedel didin.”
Serokwezîr Salam diyar kir ku ew bi Neteweyên Yekbûyî û welatên ku agirbestê garantî dikin re di têkiliyê de ne, da ku êrîşên Îsraîlê li dijî Lubnanê bidawî bibin.
Di êrîşa artêşa Îsraîlê de, li ser avahiya şaredariyê li herêma Belîdayê de leşkerek hate kuştin.



