Li Sûdanê artêş li hemberî Hêzên Piştgiriya Bilez têk diçe.
Bajarê mezin ê Sûdanê El-Feşîr ket bin kontrola Hêzên Piştgiriya Bilez.
Li aliyê din li gorî agahiyan çekdarên Hêzên Piştgiriya Bilez bi hezaran sîvîl kuştine.
Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor doh ragihand ku 5 xwebexşên Heyva Sor a Sûdanê di dema erkê xwe de li Bara ya Kordofana Bakur hatine kuştin, û sê xwebexş hîn jî winda ne.
Federasyonê diyar kir ku eşkere ye ku ew xebatkarên alîkariya mirovî ne, û destnîşan kir ku wan yelekên Heyva Sor li xwe kiribûn, ku divê parastina tevahî peyda bike.
Her wiha ew kartên nasnameyê yên ku ji hêla şaxê herêmî yê Federasyonê ve hatine dayîn hildigirtin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “her êrîşek li ser tîmên alîkariya mirovî nayê qebûlkirin.”
Piştî ku Hêza Piştgiriya Bilez kontrola bajarokê stratejîk ê rojavayê Sûdanê girt, tohmetên li ser binpêkirinên berfireh ên li dijî sivîlan li El-Feşîr zêde bûn.
Li gorî agahiyan li ser gelek binpêkirinên ku serdemên herî tarî yên Darfûrê tînin bîra mirov derketine holê.
Hêza Peywirê ya Hevbeş, ku bi artêşa Sûdanê re hevalbend e, duh Hêzên Piştgiriya Bilez tawanbar kir ku ji Yekşemê vir ve zêdetirî 2 hezar sivîlên bêçek li El-Feşîrê, “bi piranî jin, zarok û kal û pîr” darve kirine.
Piştî dorpêçkirinek hovane ku zêdetirî 18 mehan dom kir, El-Feşîr roja Yekşemê ket destê Hêzên Piştgiriya Bilez, ku keleha dawî ya artêşê li herêma Darfûrê bû.
Ev pêşketin rê da Hêzên Piştgiriya Bilez ku kontrola tevahî li ser herêma berfireh, ku bi qasî sêyeka Sûdanê pêk tîne, saz bike.
Hikumeta Sûdan: Divê RSF wekî rêxistineke terorîst were destnîşankirin
Her wiha hikûmeta Sûdanê piştî binpêkirin û komkujiyên giran ên ku endamên Hêzên Piştgiriya Bilez li el-Feşîr, bang li civaka navneteweyî kir ku tedbîrên lezgîn bigirin da ku Hêzên Piştgiriya Bilez wekî rêxistineke terorîst bi nav bikin.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûdanê Huseyîn el-Emîn, duh di civîneke çapemeniyê de li paytexta demkî Port Sudan axivî û bûyerên li el-Feşîr wekî “mînakek eşkere ya bêcezatiyê” bi nav kir.
Di heman demê de, Fermandarê Hêzên Piştgiriya Bilez Mihemed Hemdan Dagalu avakirina komîteyek ji bo lêkolîna binpêkirinên ku li el-Feşîr qewimîne piştrast kir.
Her wekî pabendbûna xwe ya tevahî ji bo hesabpirsîna sûcdaran û eşkerekirina encamên lêpirsînê anî ziman.
Mihemed Hemdan diyar kir ku el-Feşîr wê ewle be û soz da ku Sûdanê “bi rêya aştiyê an şer” bike yek.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) piştî raporên ku duh li Nexweşxaneya Zayînê ya Siûdî li el-Feşîrê zêdetirî 460 kes hatine kuştin, banga agirbestek tavilê li Sûdanê kir.



