Li bajarê Rio de Janeiro ya Brezîlyayê di operasyoneke hişbirê de herî kêm 119 kes hatin kuştin.
Li bajarê Rio de Janeiro operasyoneke berfireh ya hişbirê hat lidar xist.
Hat ragihandin 2 hezar û 500 polîsan di operasyonê de cih girtine. Di dema operasyonê de şer derket.
Li gorî nûçeya AFP’ê, herî kêm 119 kes hatin kuştin.
Hat diyarkirin ev operasyona herî mezin û kujer ya dîroka bajarê Brezilyayê ye.
Serokê Dewleta Brezîlyayê Lula da Silva, diyar kir ku ji bo operasyona pêşwext hikûmeta wî nehatiye agahdarkirin û got ku welatê wî dê sûcên rêxistinkirî qebûl neke.
Piştî operasyonan şêniyên herêmê şoq û tirsek mezin jiyan kirin.
Bi dehan cenaze ji aliyê niştecihan ve ji daristanê hatin derxistin.
Şêniyên herêmê polîs bi “kuştinên bêdaraz” tawanbar kirin.
Neteweyên Yekbûyî ji Brezîlyayê xwest ku lêpirsînek berfireh bike.



