Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi wesîleya 11’emîn salvegera serketina Kobanê ku bi pêşengiya jinan li dijî tarîtiya DAIŞ’ê pêş ket daxuyaniyeke nivîskî weşand.
DEM Partiyê, da zanîn ku 11 sal berî niha, li Kobanê li dijî zihniyeta yekperest û mezhebperest ,yek ji berxwedanên herî bi heybet ên dîroka mirovahiyê pêk hat û daxuyanî wiha domand:
“Berxwedana Kobanê bingeha pêşxistina pêvajoya aştî û civaka demokratîk danî”
“Ev berxwedan îro bi modela Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku gelan bi hev re jiyaneke hevpar ava kirin, hemû dinyayê ronî dike.
Berxwedana Kobanê ku bi pêşengiya têkoşîna jinan hat meşandin, bingeha pêşxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk danî.
Li Sûriyê nakokiyên neteweperest û mezhebî û berberîkirina civakî, ji hêla hêzên gerdûnî ve bi rêya netewdewletê ve tên kûrkirin.
Di pêvajoyeke wisa de careke din tê piştrastkirin ku pergala civakî ya li Rojava ji bo jiyaneke azad û wekhev tekane alternatîfe.”
“Em bi ruhê paradîgmaya aştiyê şoreşa Kobanê silav dikin”
DEM Partiyê got:
“Em bi ruhê paradîgmaya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, Şoreşa Kobanê silav dikin.
Em biryardariya xwe ya ji bo berfirehkirina vê şoreşa ku gelan çarenûsa xwe bi berxwedana xwe nivîsîn, dubare dikin. “



