Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi boneya Roja Cîhanî ya Kobanê peyamek bi raya giştî re parve kir.
Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Medya Dijîtalê got ku gel û şervanan berxwedaniyeke bêhempa ji bo parastina Kobanê nîşan dan û wiha dewam kir:
Em di vê rojê de ked û qurbaniyên ku gel û şervan ji bo Kobanê û tevahî mirovahiyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dane, bi bîr tînin.
Her wiha piştgiriya cîhanî û desteka koalisyona navneteweyî jî bi bîr tînin.
Mazlûm Ebdî: 1’ê Mijdarê sembola yekbûna mirovatiyê li dijî tariyê bû
Mazlûm Ebdî got ku ev roja roja sembola yekbûna mirovatiyê li hemberî tarîbûn û tundrewiyê ye.
Piştgiriya Cîhanî ji gel û hêzên me re hişt ku ev rêxistina terorîst ku li ser tevahî cîhanê gef bû, di Kobanê de bişikiînin.
Kobanê destpêka rizgarkirina herêmê ji terora DAIŞ’ê bû.



